Zahît Mûtlû: Qesr û desthilatdarî li rastiya Îslamê nayên

Hevberdevkê Maseya Îslamê Zahît Mûtlû diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê bi bikaranîna olê, bi rengekî ku li Îslamê nayê hewl dide gel kontrol bike.

Hevberdevkê Maseya Îslamê Zahît Mûtlû ji ANF'ê re qalê kir, bê tifaqa AKP-MHP'ê olê çawa bi kar tîne. Mûtlû bi bîr xist ku ji bo manîpulekirina civakan ol argûmaneke gelekî xurt e û got, "Serdema qesr û desthilatdariyê ku di Îslamê de bi taybetî bi Emewiyan destpê kir, mixabin di vê serdemê de gihîştiye asta herî bilind. Yezîd dema ku Hz. Huseyîn û malbata wî ji holê rakir, ji bo nerazîbûn û hêrsa civakê bitepisîne ol bi kar anî û bi navê Hz. Mûhammed hadîsek ji ber xwe ve afirand û got, 'Leşkerê ku li dijî Bîzansan şer kir û Konstantîn fetih kir çi pîroz e'. Bi vê gotina xwe hewl da civakê bixe bin kontrola xwe û heta asteke girîng bi ser jî ket.

Wê demê Misilmanan xwe amade dikirin ku li dijî Bîzansan şer bikin. Tiştekî din, Ebû Hanîfe ku weka damezrînerê mezheba Hanefî tê qebûlkirin, dema ku piştgirî da Abbasiyan û li dijî xanedaiya Emewiyan ji bo edaletê dest bi têkoşînê kir, hate girtin û êşkence lê hate kirin. Abbasiyan dema ku bû desthilatdar mixabin feraseta Emewiyan dewam kirin, feraseta desthilatdariya li qesrê dewam kirin. Feraseteke dûrî maf, hiqûq û edaletê, ku xeyrî Îslamî ye, dewam kirin. Ebû Hanefî bi canê xwe li dijî Abbasiyan têkoşîna edaletê meşand û ji aliyê rêeberiya Abbasiyan ve hate girtin. Êşkence lê hate kirin û bi jehrê hate kuştin.

Ev feraseta ku dide pey qesr û desthilatdariyê li feraseta Îslamê nayê. AKP û şirîkên wê jî îro kevneşopiya qesr û desthilatdariyê ya Emewiyan û Abbasiyan dewam dike. Ji bo parastina xwe, qesr û alîgirên xwe her tiştî ji xwe re maf dibîne, bi feraseteke nelirê, dizî, dûrî ji edaletê ku li Îslamê nayê, bi propagandayeke xurt û rêveberiya leşkerî hewl dide civakê di bin kontrola xwe de bihêle."

ÎSLAMIYET NIJADPERESTIYÊ RED DIKE

Mûtlû bal kişand ser dijminatiya li Kurdan a feraseta Tirk Îslamê û destnîşan kir ku Îslamiyet nijadperestiyê red dike. Mûtlû got, "Weke çavkanî eger em bala xwe bidin ser Qurani Kerîm û jiyana Hz. Mûhammed em ê vê yekê bi şênberî fêhm bikin. Gava em ji Qurani Kerîm mînakê bidin, dibêje 'Min ew ji miletên cuda afirand, ji bo hûn hev nas bikin'. Her wiha ayet hene ku qala zimanên cuda dike. Hz. Mûhammed jî qala biratiya bawermendan dike û mirov karin bala xwe bidin ser biratiya wî ya bi Bîlalî Habeş re.

Dema ku em bên ser rastiya AKP û MHP'ê; ji bo karibe siyaseta xwe ya qirêj dewam bike feraseta qirker û asîmîlasyonê ya li hemberî gelê Kurd, ji bo dilê hêzên tarî yên dewletê xweş bike, ji bo bingeha xwe ya neteweperestiyê biparêze, bi kar bîne. Ti eleqeya AKP'ê bi Îslamê re nîne."